Dadgeha Resafê pereyên 3 salan ên cotyarên Kurdistanê yekalî dike

Dadgeha Resafa ya Bexdayê, dosyaya pereyên genimê cotyarên Herêma Kurdistanê yekalî dike û divê Bexda pereyên 3 salan ên cotyaran bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Resafa ya Bexdayê, dosyaya pereyên genimê cotyarên Herêma Kurdistanê yekalî dike û divê Bexda pereyên 3 salan ên cotyaran bide.

Nûnerê Cotyarên Kurdistanê Faris Husên ji K24ê re ragihand, Dadgeha Resafa ya Bexdayê di berjewendiya cotyarên Kurdistanê de biryarek derkir, ku divê Bexda pereyên cotyaran ên salên 2014, 2015 û 2016an ji wan re bişîne.

Nûnerê Cotyarên Kurdistanê  diyar kir, 555 milyar Dînar ên cotyarên Herêma Kurdistanê li cem hikûmet Bexdayê ne.

Got jî: “Serokwezîrê berê Heyder Ebadî wek Sedam Husên stem li Kurd kir.”

Zêdetir ji 9 mehan e hejmarek ji parêzerên xwebeş ji ber cotyarên Herêma Kurdistanê li dadgeha federalî û Resafa gilî li dijî Wezîrê Bazirganiyê Iraqê vekirine.

 

S. B