PYK-S li ser destpêşxeriya KNKê daxwaza aliyekî gerentîkar dike
Encûmena Zagonsaz a Rêveberiya Xweser biryara jinûvekirina nivîsgehên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derkir û da zanîn ku ev biryara gava yekem e di hewldanên yekrêziya kurdî de ye. Lê partiyên di nava ENKS de tevî ku bi erînî li vê biryarê dinerin, dibêjin ku divê aliyekî navdewletî gerentiyê bike, da ku rêkeftinên yekrêziyê bi TEV-DEMê re biser bikevin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Zagonsaz a Rêveberiya Xweser biryara jinûvekirina nivîsgehên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derkir û da zanîn ku ev biryara gava yekem e di hewldanên yekrêziya kurdî de ye. Lê partiyên di nava ENKS de tevî ku bi erînî li vê biryarê dinerin, dibêjin ku divê aliyekî navdewletî gerentiyê bike, da ku rêkeftinên yekrêziyê bi TEV-DEMê re biser bikevin.
Rêdana vekirina nivisgehên partiyên ENKS bû biryara yekem ya Encûmena Zagonsaz piştî destpêşxêriya yekrêziya Kurdî a kongreya Niştîmanî ya Kurdistanê (KNK). Di çarçova destpêşxeriya KNK de û di konferanseke rojnamevanî de li Qamişlo Encûmena Zagonsaz biryara vekirina nivîsgehên hemû partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê yên muhlet wernegirtine derkir. Serokê wê encûmenê dibêje, ev biryara wan dê bibe wek destpêşxeriyeke niyazênpakiyê bo lihevkirina Kurdî – Kurdî.
Serokê Encûmena Zagonsaz Hekem Xelo di konferansa rojnamevanî de got: “Ji me hat xwastin wek Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî di Rêveberiya Xweser de ku em jî destpêşkeriya KNK re alîkar bin. Jime hat xwastin ku partiyên molet wernegirtine û qedexe ye nivîsgehên xwe ve vekin em wê bi paş ve bidin, ji bo lihevhatinê û niyazpakiyê zemîneyekê amade bikin.”
Partiyên (ENKS) bi erênî li biryara vekirina nivîsgehên ENKSê dinerin.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtîya Kurdistanî - Sûriyê (PYK-S) Hesen Salih dibîne ku Kurdên Rojava di qonaxeke hestiyar re derbas dibin û destpêşxeriyên bi vî rengî pêwîst in, lê divê ku di bin siya aliyekî navdewletî de be, jiber ku gelek rêkeftin di navbera ENKSê û TEV-DEMê de hatin îmzekirin, lê tev têk çûn.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê PYK-Sê Hesen Salih ji K24ê re got: “Wek ezmûna me ya di 7-8 salên dawiyê de, em dibînin ku PYD û hevalbendên wê ti rêzgirtinê ji peymanan re nagirin, ji berê wilo ji mafê me ye bixwazin aliyekî navdewletî ya gerentîkar hebe, wek çawa di sala 1998an li Başûrê Kurdistanê Amerîka Serok Mesûd Barzanî û rihmetî Celal Talebanî lihev anîn. Pêwîst e tiştekî wiha çê bibe heta ku em bi rastî milên xwe bidin hevdu û karekî ji bo Kurdatiyê bikin.”
Bi sedema berdewamiya gefên Tirikyê li ser Rojavayê Kurdistanê, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi destpêşxeriyek nêzîkatiya di navbera partiyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê rabûye. KNKê di destpêşxeriya xwe de bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdî kir ku nakokiyên xwe bidine aliyekî ji ber ku Kurd niha di şerê hebûn û nebûnê de ne.