PYK-S: Rêveberiya Xweser biryar vekirina nivîsgehan bicih nekir

Rê nehat dayîn ku Partiya Yekîtiya Kurdistanî – Sûriye (PYK-S) nivîsgeha xwe ya li Qamişlo veke.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rê nehat dayîn ku Partiya Yekîtiya Kurdistanî – Sûriye (PYK-S) nivîsgeha xwe ya li Qamişlo veke.

Duhî Hevserokatiya Komîta Karûbarên Partiyên Siyasî ya ser bi Encûmena Sagonsaz a Rêveberiya Xweser ve biryara vekirina hemû partiyên ku molet ji Rêveberiya Xweser wernegirtina derkiribû û daxwaz jiî hemû aliyên pêwendîdar kiribû ku pabendî wê biryarê bibin.

PYK-Sê di daxuyaniyekê de ragihand, li ser biryara Rêveberiya Xweser a rêdana vekirina nivîsgehên partiyan, wan xwast nivîsgeha xwe ya li nêzîkî cadeya Siyahî vekin, lê kesên ku destê xwe danîna ser wê nivîsgehê razî nebûn wê biryarê bicih bînin û bi ser de jî ew bi ser de jî ew bi xayîn binav kirin.

PYK-Sê di daxuyaniya xwe de got: “Di yekem gavên ber bi avakirina baweriyê de, rêveberiya PYDê çespand ku gotin û hewlên wê yên dibêjin ku ew amade ne ji bo diyalog û hevbeşiyê re ne rast in û hîna gotara xiyanetiyê di mejiyê serkirdatiya wê de ye.”

Ji Adara sala 2017an ve, Rêveberiya Xweser hemû nivîsgehên partiyên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê (ENKS) de bi bihaneya ku moletên kar wernegirtine, girtine.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment