Gefên bi rêya e-mail an hemberî HDPyiyan

Endama Komisyona Dadê ya HDPê Ayşe Acar Başaran da zanîn: Parlamenter, serokên şarevaniyan û namzetên wan ji alî "Tima Tolhildanê ya Tirk" ve, gef li wan tên kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Endama Komisyona Dadê ya HDPê  Ayşe Acar Başaran da zanîn: Parlamenter, serokên şarevaniyan û namzetên wan ji alî "Tima Tolhildanê ya Tirk" ve, gef  li wan tên kirin.

Ayşe Acar Başaran bi daxûyaniyekê da zanîn: Ji roja 3ê Mijdarê  û heta niha, bi rêya E-mailên gef ji wan re, tên birêkirin.

Nameyên gefan yên E-Mailan, bi nave Tîma Tolhildanê ya Tirk, têne birêkirin û gotinên wek: Ev welat ne bêxwedan e, hûn dê berdêlên giran bidin, dê hemû hêsaban ji we bipirsîn, têne hinartin.

Parlamentera HDPê Ayşe Acar bang li Hikûmetê kir: çi êrişek li ser endamek HDPê were kirin, AKP berpirsyar e.

Acar da zanîn, di salên 1990an de jî, heman tehdît li ser Kurdan dihate kirin û bi hezaran kes di bin çavan de winda kiribûn.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment