Daxwaza rakirina parêzbendiya 33 parlementerên HDP tê kirin

Di nava 4 mehên dawî de daxwaza rakirina parêzbendiya 33 parlementerên HDP tê kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di nava 4 mehên dawî de daxwaza rakirina parêzbendiya 33 parlementerên HDP tê kirin.

Wekî heyama yasayî ya borî ya Parlementoya Tirkiyê, di vê heyamê de jî, Parlementerên HDP bi lêpirsîn û metirsiya rakirina parêzbendiyan re rûbirû ne. Dadgehên Tirkiyê di nava 4 mehên dawî de li dijî 33 parlementerên HDP 257 tohmetbarname amadekirin û rêkirin Parlementoya Tirkiyê û daxwaza rakirina parêzbendiya parlementeran dikin.

Di  heyama  borî de, parêzbendiya parlementeran bi dengên AK-Partî, MHP û CHP hatibû rakirin û parlementerên HDP hatibûn zindanîkirin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment