Sertaç Bucak: Em xwedî nexşereya xizmeta gel a şaredariyan in
Serokê Platforma Demokratên Kurdistanê Sertaç Bucak ji Kurdistan24 re diyarkir, ku: “Di proseya hilbijartinê şaredariyan de gelek alozî hene. Li Sêrtê, li Stenbolê, li gelek deverên din ên Tirkiye û bakurê Kurdistanê hewlên sextekariyê hatine kirin...

K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Platforma Demokratên Kurdistanê Sertaç Bucak ji Kurdistan24 re diyarkir, ku: “Di proseya hilbijartinê şaredariyan de gelek alozî hene. Li Sêrtê, li Stenbolê, li gelek deverên din ên Tirkiye û bakurê Kurdistanê hewlên sextekariyê hatine kirin. Ev yek kiryarek metirsîdar e. Gefek liser proseya pêkanîna hilbijartinan bi awayekî demokratîk e. Partiyên, ku dê beşdarî hilbijartinê bibin, di vê bi ciddî liser vê babetê rawestin, bi taybetî jî, Komisyona Bilind a Hilbijartinan, ku rê liber van hewlên sextekariyan bigre”.
Liser bername û nexşerêya birêvebirina şaredariyan ji alî HDP û Tifaqa Kurdistanî ve Bucak anî ziman: “Wekî PDK fokusa me liser Pîranê ye, ku em xwedî berbijêr in. Pîran ji bo me cîhek sembolîk-neteweyî ye. Em xwedî proseyên berçav li şaredariya Pîranê ne. Bi taybetî pirsa perwerde, vekirina behçeyê zarokan, xizmeta gel, ev di bernameya me ya kar de ye”.
Bucak herweha got, ku xebatên pêwendiyek berferehtir bi gel re, di rojeva wan de ye. Pêkanîna xebatên sosyal-civatî, çandî, kulturî, perwerdeyî di roejva wan de ye.