Serokomariya Tirkiyê, Macron şermezar dike

Peyvdarê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin dibêje, Jenosîd a Ermeniyan derew e û ji rastiyên dîrokê dûr e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomariya Tirkiyê, Serokomarê Fransayê Emanuel Macron şermezar dike.

Peyvdarê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin dibêje, Jenosîd a Ermeniyan derew e û ji rastiyên dîrokê dûr e. Ti bingeheke hiquqî ya îddiayên Jenosîda Ermeniyan nîn e. Ji ber Macron 24ê Nîsanê wekî roja Bîranîna Jenosîda Ermeniyan ragihandiye, ew wî şermezar dikin û vê biryarê nasnakin.

Di sala 1914an de Hikûmeta Osmanî nêzikî milyonek û nîv Ermenî kuştibûn. Di sala 2011an de Fransa bûyerên bi ser Ermeniyan de hatibûn wekî Jenosîd Ermeniyan nas kiribû. Duhî jî Serokomarê Fransayê Emanuel Macron 24ê Nîsanê wekî roja Bîranîna Jenosîda Ermeniyan ragihand.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment