Çavuşoglu: Her tiştê Rûsya bike em rast nabînin
Ev daxûyaniya Cavuşoglu wek bersiveke Wezareta Derve ya Rusya, hat şirove kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezirê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu dibêje: Karên ku ew li gel Rusya dikin nayê wê wateyê, ku her tiştê Rusya bike, rast e û emê piştgiriyê bikîn.
Çavuşoglu dibêje: Me di derbarê Suriyê û petrolê de hin peyman li gel Rusya hene, lê Kirim problemek mezin e, ew dagirkirina Kirimê ne rewa ye, nasnakîn.
Duhî, Wezareta Derve ya Rusya jî, gotibû: Tirkiye erkên xwe yên Soçî bi cîh neaniye û li Idlibê jî, Tirkiye nekariye teroristan bêçek bike. Herweha diyar kiribû, ku peymanên ligel Tirkiye vajo kirin e, ne heta hetayî ne.
Ev daxûyaniya Cavuşoglu wek bersiveke Wezareta Derve ya Rusya, hat şirove kirin.
C.B