Tirkiye: Jiber xwepêşandana Helebçe polisan 33 kes binçav kirin

Li Tirkiyê Bajarê Stenbolê hejmarek rêxistinên ciwanan xwestin, tevkujiya Helepçe şermezar bikin. Çalakvan, rastî astengiya polisan hatin û 33 Xwendekar hatin binçav kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê Bajarê Stenbolê hejmarek rêxistinên ciwanan xwestin, tevkujiya Helepçe şermezar bikin. Çalakvan, rastî astengiya polisan hatin û 33 xwendekar hatin binçav kirin.

Li Tirkiyê Bajarê Stenbolê rêxistinên ciwanan û xwendekaran xwestin jiber dawîya heftê, îro meşekê ji bo tevkujiya Helepçe çêkin.

Çalakiya Ciwanan û Xwendekaran, li dergehê Zankoya Stembolê  bi xwendina Marşa Ey Raqip  destpêkir. Polîsan êrîşî çalakiyê kir û  piştre 33 xwendekar binçav kirin.

Di çalakiya ciwanan de ku hejmarek rêxistinên sîyasî û sivîl jî beşdar bû bûn, di bin dorpêça polisan de, derbaz bû.

Di navbera Çalakvanan û Polisan de pevçûn jî derket û 7  kes brîndar bûn.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment