Cîhan daxûyaniyên pîrozbahiyê digihîne Newrozê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres destnîşankir, ku ji 300 milyonan zêdetir mirov pîrozbahiya Newrozê dikin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxûyaniyên pîrozbahiyên Newrozê ji her aliyên cîhanê ve digihin raya giştî.

Serokê Partiya Labour a Ingilistanê Jeremy Corbyn di daxûyaniya pîrozbahiya Newrozê de, spasiyên xwe arasteyî Kurdên Ingilistanê kirin. Raporvan a Tirkiye ya Parlementoya Ewrûpa Kati Piri daxwaza salek aştiyane û aram kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres destnîşankir, ku ji 300 milyonan zêdetir mirov pîrozbahiya Newrozê dikin û anî ziman, ku: “Em divê piştgiriya xwe ya ji bo aştî, mafên mirov, nirxên mirovayetiyê carek din bînin ziman. Diyalogê, rêzdariya beramberî hevûdu, parastina cîhana me bidin pêş”.

Konsûlxaneyên welatên derve yên li Hewlêrê di account ên xwe yên twitterê û medya civatî, cejna Newrozê li Kurdistanê pîroz kirin…

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment