Qamişlo: Pêwist e Newroz bibe roja yekîtiya Kurd
Cejna Newrozê li bajarê Qamişlo bi kêfxweşî hate pîrozkirin.
K24 – Qamişlo
Cejna Newrozê li bajarê Qamişlo bi kêfxweşî hate pîrozkirin. Ji ber ku rewşa ewlehî cîgir e û demsala Buharê jî di vê salê de xemilandî ye, hemareke mezin ji xelkên herêmê bi cil û bergên Kurdî Newroza xwe pîroz dikin.
Derbarê nakokiyên ku di nava tevgera siyasî ya Kurdî de derdikevin, bi taybet dema hezkerên reşahiyê şerê gelê kurd dikin û bê cudahî êrîşan dikin, welatiyên Kurd bang dikin ku pêwist e roja Newrozê bibe roja yekîtiyê û berjewendiyên partîtî bêne hilanîn, da ku gelê Kurd jî mîna tevahiya gelên cîhanê bibin xwedî xak û welat.
Cejna Newroza sala 2019ê cejneke cuda ye di jiyana Kurdan de, ji aliyekî ve Kurdan bi navê tevahi ya cîhanê şerê terorê kirin û bi hezaran ciwanên Kurd şehîd û birîndar bûn. Li beramberî wê jî bajarekî girin û dîrokî wek Efrînê hat dagîrkirin û rastî dizî û talaiyê hat. Tevlî ewqas nexweşiyan jî lê gelê Kurd ku ji aştiyê hez dike rijd e ku cejna xwe ya netewî pîroz bike.