Erdogan: Pêwendiya Ehmed Turk bi PKK re heye
Serokomarê Tirkiyê û Serokê AK Partî Receb Tayîb Erdogan, îdîa dike ku pêwendiyên Ehmed Turk bi PKK re hene û eger ku were hilbijartin jî, egera ji kar dûrxistina wî heye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, îdîa dike ku pêwendiyên Ehmed Turk bi PKK re hene û eger ku were hilbijartin jî, egera ji kar dûrxistina wî heye.
Erdogan îro li ser torên civakî bersiva pirsên ciwan û beşdarên torên civakî dan. Da xuyakirin, pêvajoya ku ji Qendîlê tê rêvebirin dişopîn in. Leşker û polîs tiştên pêwîst dikin.
Erdogan got, jiber terorê aboriya bajarên bakurê Kurdistanê pêşnakeve. Yek ji wan jî Mêrdîn e, jiber ku pereyên bo wan hatine dayîn bo Qendîlê şandin e, niha namzetek wê derê heye, tevli terorê bûye. Erdogan got, ew nikarin çaverêya 3-4 salan bikin, belge amade ne û ligor encamên hilbijartinê ew dê gavan bavêjin.
C.B