Amerika rahênana firînê ya pîlotên Tirk a F35 rawestand
Amerika rahênana pîlotên Tirk a firokeya şerî ya F35 rawestand, herweha rahênan a personalên teknîkî jî hate rawestandin

K24 – Navenda Nûçeyan
Amerika rahênana pîlotên Tirk a firokeya şerî ya F35 rawestand, herweha rahênan a personalên teknîkî jî hate rawestandin.
Serokê Nû yê Komisyona Hêzên Çekdar di Senat a Amerikayê de James Inhofe ragihand, Amerika rahênana firînê ya pîlotên Tirk a firokeya şerî ya F35an, ku li Florida, Teksas û Arizona birêve diçû rawestandiye. Herweha rahênan a personalên teknîkî jî hatiye rawestandin.
Duhî Wezareta Bergirî ya Amerikayê (Pentagon) diyar kiribû, ku: “Bi egera biryara Tirkiye ya zelal a di mijara mûşekên S400an de, radestkirin û çalakiyên di derdora firokên şerî yên F35 de b Tirkiye re tên kirin, hatine rawestandin. Di vê babetê de, diyaloga me ligel Tirkiye her berdewam e”.
C.B