Amerika du bijardeyan datîne pêş Tirkiyê
Mike Pence liser account a xwe ya fermî nivîsî: “Tirkiye divê di navbeyna man a endametiya NATO û kirîna mûşekên S400an de hilbijartinekê bike!”
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Amerikayê Mike Pence di twittekê de bala Tirkiye kişand û diyarkir, ku lipêş Tirkiye du bijarde hene û dive yekê hilbijêre.
Mike Pence liser account a xwe ya fermî nivîsî: “Tirkiye divê di navbeyna man a endametiya NATO û kirîna mûşekên S400an de hilbijartinekê bike!”
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokomarê Tirkiye Fuat Oktay liser account a xwe ya twitterê bersîva Pence da: “Amerika dê wekî hevpeymanê Tirkiye bimîne yan bi hevkariya rêxistinên terorê Tirkiye bixe zehmetiyan de? Bila biryara xwe bide!”
C.B