Balyozê berê: Têkiliyên Tirkiye ligel Rûsya gihiştine astek metirsîdar
Ligor Logoglu: Di dîrokê de tu caran Rûsya û Tirkiye nebûne hevpeyman û ev proseya îro ji Tirkiye re metirsîdar e...

K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozê berê yê Tirkiye li Waşington Faruk Logoglu, rexneya li siyaseta Tirkiye ligel Rûsya dike û diyar dike, ku ev yek dikare rewşa Tirkiye bixe metirsiyê de.
Logoglu ji Ahval a Tirkî re eşkere kir, ku: “Pêwendiyên ligel Amerika di dîroka xwe de, di ast a herî lawaz de ne. Amerîka jî, Ewrûpa jî di mijara mûşekên S400an de dikarin xwedî rexneyên mafdar bin, lê nabe rêz a Tirkiye bişkînin, zimanê gefê li dijî Tirkiye bikar bîn in”.
Ligor Logoglu: “ Di dîrokê de tu caran Rûsya û Tirkiye nebûne hevpeyman û ev proseya îro ji Tirkiye re metirsîdar e. Bêgûman Tirkiye dikare bi Rûsya re xwedî pêwendiyên aborî, enerjî, geştyarî, çandî û h w d be. Lê nabe Tirkiye bibe hevpeymanê stratejîk ê Rûsya. Proseya îro divê were rawestandin, na xwe ji Tirkiye re dibe metirsîdar”.
C.B