Darştin a nexşe ya nû ya Rojhilat a Navîn kîyanek a serbxwe bo Kurd desteber dike

Şareza yên Mosko weha dibînin ku pêgeh a Kurd li deverê di evê sedeyê de bi endazeyekê bi hêze ku herdû cemser ên cîhanê nekarin wan li berçavan negirin. Vladmêr Jîrnoviskî, serok ê Partî ya Lîbral a Dîmukratî ya Rûsyayê dibêje: Dariştin a Nexşe ya nû ya Rojhilat a Navîn, kîyanek a serbixwe ji Kurdan re dê destebe bike.

K24- Mosko

Şareza yên Mosko weha dibînin ku pêgeh a Kurd li deverê  di evê sedeyê de bi endazeyekê bi hêze ku herdû cemser ên cîhanê nekarin wan li berçavan negirin. Vladmêr Jîrnoviskî, serok ê Partî ya Lîbral a Dîmukratî ya Rûsyayê dibêje: Dariştin a Nexşe ya nû ya Rojhilat a Navîn, kîyanek a serbixwe ji Kurdan re dê destebe bike.

Li konfirans a Rûsya û Cîhan, ku li Moskoyê birveçû.  Pêşkevtin a şaristanîyan û guhertin a qonax ên sîyaî di navber a sal ên 1999-2019 tewer a danûstand a sîyasetvan û şarezayan bû. Pirs a kurd jî di wê konfirasnê de giringyek a mezin pêdan.

Viladîmêr Jêrnoviskî, serok pê Partî yîa Lîbral a Dîmukrat a Rûsyayê jî yek bû ji pişikdar ên wê konfiransê, bi Kurdistan24 re got: Em piştîvanî ya welatek a serbixwe dikiîn bo Kurdan. Ew xwedî ziman û kiltur û ax a xwe ne. Ew ne dagîrkarin, lê ax a wan bi ser çar welatn hatîye pişikkiri. Berî çend rojan Tirampî  bilndahê yên Colanê radestî Îsrayîlyan kir.  Renge li ayînde yek a nêzîk jî bicivin daku tekezê li ser welatek ê setrbixwe bo Kurd bikin û bigehin rêkkevtinê li ser evê yekê. Vêca Rûsya pişikdar be  yan ne. dûv re jî bi rê ya civak a nêvdewletî sinûr jî bo dê bihê dîyakirin; nemaze jî li dever ên ku Kurd têde bi tijî dijîn. Êdî li vir Kurdistan wek dewle tek a serbixwe di çarçove ya sinûr ê xwe de hebûn a xwe di çespîne. Em piştîvanîyê li evê pirojeyê dikîn.

Di konfiransê de, Îqbal Durre şareza û çavdêrê sîyasî, bi piştîvanî ya belge û girov ên dîrokî nerîn û dîtin a pirranî ya xelk ê amadebûyî bo pirs a Kurd û dewlet a Kurdisatê rakêşa. Ew dibêje: Ev konfirans giringe,  li vir delîve bo me hebû Em behs a giringî ya pirs a Kurd bikîn li deverê, ti hevgirtinek li gel Rûsyayê serkevtî nabe heke Kurd pişikdar nebe di wê yekgirtinê de. Piranî ya amadevanan li gel evê nerînê bûn. Hilbet emm li gelek panêl ên cuda behs a pirs a Kurd dikiîn ne tenê li Mosko; lê li welat ên Yekêtî ya Sovyet a berê jî. Evê mijarê giringî ya xwe selmandîye, niha Kurd rol a yekalîkirinî dibînin li gelek pirs ên sîyasî yê deverê. Ev rastîyek a lew gelek ji sîyasetvan ên Rûsyayê behs a evê mijarê dikin û bi pêdavî dizanin ku peywendî yên damezraweyî  û demdirêj  bibestin, nemaze jî li gel Kurdistanê Îraqê, ku liser ast a nêvdewletî bi yasayî hatîye nasîn.