Ji bo pîrozkirina 1ê Gulanê li Stenbolê 17 kes hatin girtin

Li Tirkiyeyê di çarçoveya pîrozbahiyên 1ê Gulanê de, 17 kesên ku dixwestin ber bi meydana Taksîmê ve bimeşin, hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê di çarçoveya pîrozbahiyên 1ê Gulanê de, 17 kesên ku dixwestin ber bi meydana Taksîmê ve bimeşin, hatin desteserkirin.

Parêzgeriya Stenbolê li Meydana Taksîmê pîrozbahiya 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran kiribû. Lê komeke kes xwastin biryara parêzgeriya Stenbolê şermezar bikin û ber bi meydana Taksîmê ve meşiyan.

Lê Asayîşa Tirkiyeyê bi tundî riya wan kesan girt û 17 xwenîşander desteser kirin. 

Îro 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karekeran e, li Stenbolê ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê meydana Bakirkoyê hatiye diyar kirin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment