Li Qamişlo dayikeke Kurd 4 zarokên cêwî anîn
Li bajarê Qamişlo ji dayikeke Kurd re 4 zarokên cêwî çê bûn, kurek û sê keç.
K24 – Qamişlo
Li bajarê Qamişlo ji dayikeke Kurd re 4 zarokên cêwî çê bûn, kurek û sê keç. Bêrîvan ku dayika kurekî bû, di ducaniya xwe ya diwemîn de çar zarok anîn, tevlî ku herçar cêwiyan 9 meh di zikê dayika xwe de derbas nekirin jî, lê pizîşkê zarokan tekez dike ku rewşa wan ya tendirustî baş e û ti metirsî li ser jiyana wan tune ye.
Mistefa ku nixuriyê dê û bavê xwe ye û li cem tevaya malbatê gelekî delalî bû, niha û piştî ku dayika wî 4 zarokên cêwî, kurek û 3 keçik anîn, dibe ku nema di wê asta guhdanê de bimîne. Bêrîvan dayika herçar cêwiyan dibêje ku dema pizîşkan jê re gotin du caniya te 4 zarokên cêwî ne, pê re ew giriya û di heman demê de jî kêfa wê gelekî hat ku ji Mistefa re dê xwişk û bira çê bibin.
Her 4 cêwî bi navê Aryan, Sîber, Soz û Ciwana hatine binavkirin. Hevjînê Bêrîvan jî sipasiya xwedê li ser vê diyariya giranbuha dike û dibêje ku xwedê zarokan bide herkesî.
Derbarê tendirustî û dabînkirina derman û şîrê zarokan, bavê wan dibêje ku hinekî astengî di peydakirina şîrê wan de heye, lê bi bawerî jî dibêje ku xwedayê dilovan dê alîkariya wan bike.
Tê zanîn ku di Cotmeha sala 2018an de li bajarê Qamişlo 5 zarokên cêwî ji jineke Kurd re çê bûn û di heyama kêmî 7 mehan de ev kêseya duyemîn e.
Mihemed û hevjîna xwe di bêjin ku barê wan di çend mehên pêşî de wê gelekî giran be, ji ber wê jî pêwistiya wan bi alîkariya malbatê heye. Mihemed dibêje ku ev her 4 zarok ne tenê diyariya wan e, lê belê li ser toreyên civakî wî gelekî dît ku xelkên deverê jî vê kêfxweşiyê bi wan re parve dikin.