Ocalan: Divê HSD hestyariyên Tirkiye li berçav bigre
“Em dixwazin diyar bikin, ku herçend rêzê li berxwedana hevalên li girtîgehan û derve digrin jî, naxwazin tendirustiya xwe bixin bin metirsiyê û bigihe ast a mirinê. Ji bo me, tendirustiya wan giringtir e”.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan, Hamilî Yildirim, Omer Hayri Konar û Weysî Aktaş daxûyaniya ku ji alî Ocalan ve, îro piştî hevdîtina wî ligel parêzeran Newroz Uysal, Rezan Sarıca û Ozgur Faik Erol li Girtîgeha Imralî pêkhatî ragihandin.
Parêzeran daxûyaniyên Ocalan weha ragihandin:
“Em dixwazin diyar bikin, ku herçend rêzê li berxwedana hevalên li girtîgehan û derve digrin jî, naxwazin tendirustiya xwe bixin bin metirsiyê û bigihe ast a mirinê. Ji bo me, tendirustiya wan giringtir e”.
Girêdayî Sûriye hate destnîşankirin: “Em bibawer in di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de, bi nêzîkahiya ku ji neyartiyê dûrketinê ya aloziyên Sûriye; di çarçoveya Sûriye ya yekgirtî de, di perspektîf a demokrasiya herêmî de, ku bi Destûrê hatî pejirandin, pêngav bên avêtin. Di vê çarçoveyê de hestyariyên Tirkiye dive li berçav bên girtin”…
Di beşên din ên daxûyaniyê de rewşa girtîgehê û Ocalan tên şîrove kirin…