Tirkiye: Pêvajoya Çareseriyê ne di rojeva me de ye

Serokomariya Tirkiyê radigihîne: Di navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyê de pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomariya Tirkiyê radigihîne: Di navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyê de pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîn e.

Serokê Desteya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun di derbarê hevdîtina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û parêzerên wî de dibêje, hevdîtina wan mijareke yasayî ye. Yên ko behsa pêvajoyeke nû ya çareseriyê dikin, dixwazin hevpeymaniya AK-Partî û MHPyê têk bidin. Di navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyê de pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîn e.

Li gor Fahrettîn Altun fermana Ocalan a ji bo Hêzên Suriya Demokratîk HSDyê jî, îddiaya Tirkiyê ya di derbarê pêwendiya PKK û YPGyê de bihêztir kiriye.

Ocalan û parêzerên wî, piştî 8 salan di 2ê Gulanê de hevdîtin kiribûn. 

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment