Guven: Bi berxwedanê gelên Tirkiyê, demokrasiya Tirkiyê biser ket
Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven dawî li greva birçîbûnê anî û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven dawî li greva birçîbûnê anî û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Piştî greva birçîbûna 200 rojan Leyla Guven îro li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdulah Ocalan dawî li grevê anî û bi mebesta hawarçûyê bo nexweşxaneyê hat veguhastin.
Leyla Guven li pêş derî ji rojnamevanan re da xuyakirin, berxwedan bi ser ketiye û gihîştiye armancê xwe.
Guvenê got: "Ji bo kesên ji roja yekê û heta niha pişgirî dane, ked dane spas dikim. Ev berxwedana me hemûyan bû. Bi berxwedanê, gelên Tirkiyê û demokrasiya Tirkiyê biser ket.”
Herwiha got: “Dengê Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û aştiya Rojhelata Navîn pir girîng bû. Xweziya tu wendayek nebûye û em serketibana. Dilê me xemgîn e, lê ya rastî berxwedan biser ket. Zindan biser ketin."
S. B