HDP: Cihê çareseriya Pirsa Kurd Parlemento ye
Cigirê Serokê fraksiyona HDP yê Parlamena Tirkiyê Saruhan Oluc got: Cihê çareserkirina pirsa Kurd Parlemena Tirkiyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Cigirê Serokê fraksiyona HDP yê Parlamena Tirkiyê Saruhan Oluc got: Cihê çareserkirina pirsa Kurd Parlemena Tirkiyê ye.
Saruhan Oluç, di Parlamena Tirkiyê de daxûyaniyek da û got: Mafên Gelê Kurd jî, dinav de hemû pirsgerekan ew dikarin, di bin banê Parlamena Tirkiyê de, çareser bikin.
Saruhan Oluç piştgirîya daxûyaniya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu da, ku gotibû pewist e zimanê Kurdî bi rêya Parlamenê ve bibe zimanê fermî û şirove kir û got: Ew giringiyê didin vê daxûyaniyê û gotinek rast e.
Duhî Serokê CHP di bersiva pirsa K24 da, dabû xûyakirin, ku zimanê Kurdî divê li Tirkiye wekî zimanek fermî bê pejirandin.
Oluç da zanîn: Ew dikarin di bin banê Parlamenê de, ji hemû partiyan Komîsyonekê saz bikin, ji bilî zimanê Kurdî arêşên din jî, wekî pirsa nasnameya Kurd çareser bikin.
C.B