Tirkiye: 65 serbazên pilebilind hatin girtin
Li Bajarê Bursa yê Tirkiyê di encama operasyonekê de, 65 endamên artêşê ku hemû pledar bûn, hatin girtin

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bajarê Bursa yê Tirkiyê di encama operasyonekê de, 65 endamên artêşê ku hemû pledar bûn, hatin girtin.
Asayişa Bajarê Bursayê liser fermana Dozgeriya wî bajarî, operasyonek hevaheng li 24 bajaran birêve birin.
Di encama serdagirtina malan de, li Bursayê 42 leşker, ku hemû pledar bûn û li Mûxla jî 23 leşker bi heceta pêwendiya wan bi Rêxistina Gulen re heye hatin girtin.
Di operasyonê de, mobail, computer û kovarên 65 fermanderên leşkerî, hatin desteser kirin.
Hate ragihandin, operasyona serdagirtina malan, berdewam dike.
C.B