Rêveberiya Xweser 5 zarokên Norwecî radestî welatê wan dike
Nûnerê Wezareta Derve ya Norwecî Kristen Nytland ragihand, Ew dê wan her pênc zarokan ji bo Norwecê veguhezin

K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser 5 zarokên Norwecî radestî welatê wan dike.
Mêdya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandiye, şanda Norwecî û Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser hejmarek belge di derbarê radestkirina 5 zarokên Norwecî, yên sêwî ku zarokên çekdarên DAIŞê ne îmze kirin .
Nûnerê Wezareta Derve ya Norwecî Kristen Nytland ragihand, Ew dê wan her pênc zarokan ji bo Norwecê veguhezin.
Duhî Nûnerê Wezareta Derve ya Norwecê Kristen Nytland digel Ebdulkerîm Omer Berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser li Ên Îsayê civiyabû û piştî civînê Nûnerê Wezareta Derve ya Norwecê ragihandibû, wan rewşa mirovî li rojavayê Kurdistanê û kampên awareyan gotûbêj kiriye û piştgîrya xwe jî, ji bo karên Rêveberiyê di derbarê hewandina awareyan de anîbû ziman.
C.B