Amerika bi tundî bala Tirkiye dikşîne

Amerîka demek bo poşmanbûna Tirkiyê ji kirîna sîstema Mûşekî a S400 diyar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka demek bo poşmanbûna Tirkiyê ji kirîna sîstema Mûşekî a S400 diyar dike.

Patrick Şanahan Wezîrê bergirî yê Amerîka bi wekalet ragihand, Tirkiyê heta 31ê meha dahatî dikare ji kirîna sîstema mûşekî a S400 a  Rûsî poşman bibe, ger na dê siza bidin.

Şanahan tekez dike, ku ev pêngava Tirkiyê pirsa hevkariya ligel wî welatî asteng dike.

Herweha Wezîrê bergirî yê bi wekalet ê Amerîka tekez dike, ku ew ji vir û pê ve endamên Tirkiye bo meşq û rahênanê ser balefira F35 wernagirin û xûlên nû jî, venakin

 Di beşek din a axaftina xwe de Şanahan diyar kir, ku Eger Tirkiyê sîstema Rûsî kirî, di navbera Komariyan û Demokratan de rêkeftin heye da ku sizayan biser Tirkiyê bisepînin , ev yek jî, ligorî yasaya nehiştina dijminên Amerîka.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment