HDP: Peyama Ocalan tu pêwendî bi hilbijartina Stenbolê re nîn e

Hevserokên HDP dibêjin: Daxuyaniya Ocalan, liser bi rêyên aştiyane çareserkirina pirsa Kurd e, pêwendî bi Hilbijartinên Stenbolê nîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokên HDP dibêjin: Daxuyaniya Ocalan, liser bi rêyên aştiyane çareserkirina pirsa Kurd e, pêwendî bi Hilbijartinên Stenbolê nîn e.

Hevserokên HDPê Sezaî Temelli û Perwîn Buldan gotin: Daxuyaniyên Ocalan, ligel stratejiya HDPê digunc e û gotinên Ocalan, nabe ji bo berjewendiyên hilbijartinan werin bikar anîn.

Hevserokên HDPê gotin: Gotinên Ocalan yên bêalîbûnê, ji bo stratejîya demdirêj e, ku eleqe bi hilbijartinên Stenbolê re nîn e.

Herwiha hikûmeta Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsa Kurd, tu gavekê na avêje û di şer de israr dike.

Ligor Buldan û Temelli: Gotinên Ocalan, ji bo ku nebin alîgirîya du blokên heyî, daxwaza rêya aştîyê dike. Di stratejiya wan ya Stenbolê de jî, tu guhartin nîn e.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment