Fermandarên Artêşa Tirk, liser pêkanîna Operasyonê civîn encam dan

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê û Fermandarên Artêşa Tirk, li ser egera operasyona Rojhelatê Firatê civiyan

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê û Fermandarên Artêşa Tirk, li ser egera operasyona Rojhelatê Firatê civiyan.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Fermandarên Artêşa Tirk, piştî hevdîtinên bi şanda Amerîkayê û James Jeffrey re civiyan.

Li gor agahiyan, civîn bi armanca egera operasyonek li ser Rojhelatê Firatê û diyarkirina deverên werin armanckirin hatiye encam dan.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê duhî dabû xuyakirin, ew bi Amerîkayê re derbarê çawaniya herêma ewle ya Rojhelatê Firatê renekeftin e.

 

 

 

C.B