Ji bo herêma ewle şandeke Amerîkî serdana Tirkiyê dike
Îro şandeke leşkerî ya Amerîkî li Enqerê derbarê pirsa herêma ewle li bakurê Sûriyê bi berpisên Tirkiyê re dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan
Îro şandeke leşkerî ya Amerîkî li Enqerê derbarê pirsa herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê bi berpisên Tirkiyê re dicive.
Pêştir Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser twîtterê dabû xuyakirin, şanda Amerîkayê bi armanca danûstandinên li ser çawaniya avakirina herêma ewle, 4'ê Tebaxê seredana Tirkiyê dike.
Ev civîn di demekê de Tirkiyê hêzeke mezin li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kom kiriye û gefa destpêkirina êrîşê li ser rojhilatê Firatê dixwe.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gotibû, ewê li dijî rojhilata Feratê operasyonê encam bidin û di vê derbarê de jî, wan Rûsya û Amerîka agahdar kirine.
Ji aliyê xwe ve, duhî Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke de bersiva gefên Tirkîyê da got: Encmadana karên serbazî yên yekalî li bakura rojhilata Sûriyê, karekî metirsîdar e di demekê de ku eger e kesên Amerîkî li wê deverê hebin herweha operasyonên me bi hevpeymanên me re li Sûriya li dijî DAIŞê berdewam in.
S. B