Tirkiye: Gencê Kurd bû armanca êrîşa nîjadperestî!

Êrîşên hemberî karkerên werzî yên Kurd li deverên cuda yên Tirkiye didom in. Vê care gencek 19 salî li bajarokê Karasu yê Sakaryayê bû armanca êrîşên nîjadperestî yên Tirk

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşên hemberî karkerên werzî yên Kurd li deverên cuda yên Tirkiye didom in. Vê care gencek 19 salî li bajarokê Karasu yê Sakaryayê bû armanca êrîşên nîjadperestî yên Tirk.

Gencê bi nave Şîrîn Tosun ligel hevalekî xwe piştî, ku silav dayîn otombilêk bi hejmara Diyarbekrê, ji alî grûbek 5-6 kesî yên nîjadperest bûn armanca êrîşê.

Grûbê êrîşî her du gencên Kurd kir û yek ji wan bi çekê xwe gule berda sere Şîrîn Tosun, ku niha giran brîndar e. Li nexweşxaneyê hatiye ameliyat kirin, lê jiber ku metirsî liser jiyana wî heye, gule ji sere wî nehatiye derxistin…

 

 

 

 

 

Fly Erbil Advertisment