Çavuşoglu: Macron ne ew kes e, ku rexneyan li Tirkiye bigre
Serokê Fransayê da xuyakirin, Tirkiye bikaranîna kartê penaberan dixwaze li Sûriyê ji bo xwe cih veke û ew rê nadin vê

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransayê da xuyakirin, Tirkiye bikaranîna kartê penaberan dixwaze li Sûriyê ji bo xwe cih veke û ew rê nadin vê.
Macron herweha di warê mafên mirovan, demokrasî û azadiya hizr û ramanê de rexneyên tund li Tirkiyê girtin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê bersiva Macron dide û dibêje, di warê penaberan de Tirkiye sozên dan e bicîh anîn e, lê Fransa şûna sozên xwe bicîh bîn e, li Koşka Elîze pêşwaziya YPG û PKK dike. Çavuşoglu got, Macron di axaftina xwe de hedê xwe derbas kiriye û ne ew kes e, ku rexne li Tirkiyê bigre.
C.B