Erdogan skala dijî Osman Baydemir tomar dike

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, ji ber gotinên siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, yên li pêş Parlamentoya Brîtanyayê, li Dadgeha Enqereyê skala tomar kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, ji ber gotinên siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, yên li pêş Parlamentoya Brîtanyayê, li Dadgeha Enqereyê skala tomar kir.

Bi armanca şermezarkirina dagîrkeriya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, lipêş Parlamentoya Brîtanyayê xwepêşandan hatibû darxistin. Parlamenterê Berê yê HDPê Osman Baydemîr dabû xuyakirin, Komara Tirkiye niha navçe û bajarên Kurdan wêran dike, jin û zarokan dikuje, ger hemû pêk ve, niha li dijî ranewestin, çawa ermenî hatin qirkirin, de Kurd jî, werin qirkirin. Divê pêwendiya Erdogan û DAIŞ were dîtin, ev pêwendî duhî hebû, îro jî berdewam dike.

Parezêrê Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, di daxuyaniyê de, bêrêzî li Erdogan hatiye kirin û ji ber vê skala tomar dikin.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment