Şand a Amerika bi serpereştiya Pence liser Operasyona dijî rojavayê Kurdistanê, tê Tirkiye
Bi serpereştiya Cîgirê Serokê Amerîkayê, şandek bilind bi armanca gotubêjkirina operasyona dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, seredana Tirkiyê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi serpereştiya Cîgirê Serokê Amerîkayê, şandek bilind bi armanca gotubêjkirina operasyona dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, seredana Tirkiyê dike.
Koşka spî da xuyakirin, şandeka Amerîkayê bi serpereştiya Mike Pence û beşdariya Wezîrê Derve Mike Pompeo, Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê û Nûnerê Serokê Amerîkayê taybet bo Sûriyê roja çarşemiyê serdana Tirkiyê dikin.
Hat destnîşankirin, seredan bi armanca gotubêjkirina operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê ye, ku Amerîka demildest banga agirbest û danûstandina ligel HSDê dike.
C.B