Erdogan: Em qebul nakin, ku dewletên bihêz bi PYD re rûdin in
Erdogan got: Dewletên herî mezin ên cîhanê, serokên dewletên herî mezin ên cîhanê, ligel serokên PYDê rûdin in û wan muhatap digrin

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan gef li Amerika û Rusyayê, xwar.
Erdogan got: Dewletên herî mezin ên cîhanê, serokên dewletên herî mezin ên cîhanê, ligel serokên PYDê rûdin in û wan muhatap digrin.
Serokkomarê Tirkiyê da zanîn: Ew li hemberî van dîmenan gelek xemgîn in. Eger daxwazên wan pêk neyên, ew dê carek din, dest bi êrişê bikin.
Recep Tayip Erdogan - Serokomarê Tirkiyê got:
“Tiştek me xemgin dike, hun dizanin çi ye. Dewletên herî mezin, Serokên devletên xwedî hêz, berpirsên YPG datîn in pêşya xwe, liser mêzekê rûdin in û pirsgirekê ligel wan gotûbêj dikin. Ev çi rewş e, ev çi hal e? Ma tiştek wisa dibe? Dema we, teroristek danî pêşya xwe, we muxatap girt, dê çawe şerê terorê bikin. Em, ji bo çi, di qada navdewletî de, kombûnên li dijî terorê dikîn? Hûn alîkariya wan dikin, hun wan mezin dikin, hûn wan har dikin! Em jî, dibêjin, sozên we dan e me, ger hûn bi cîh neyîn in, em dê bernameya xwe plan a xwe bi tenya serê xwe, bicîh bîn in. Em mêze dikin, guhdarî me nakin, em jî, dê bêjin - Bismilah û dest bi êrişê bikin.
C.B