Almanya: Divê rêz li agirbestê bê girtin
Wezîrê Derve yê Almanyayê dibêje, derbarî operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de ew dê roja Şemiyê seredana Tirkiyê bike

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Almanyayê dibêje, derbarî operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de ew dê roja Şemiyê seredana Tirkiyê bike.
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas li ser twîtterê da xuyakirin, ew dê roja Şemiyê bi armanca gotûbêjkirina pêşhateyên dawî seredana Tirkiyê bike.
Da xuyakirin, divê rêz li Agirbestê bê girtin û sivîl bên parastin. Maas got, divê derbarê penaberan de Tirkiye bi tevahî pabendî yasayên navnetewî be û ji şûna, ku proseya siyasî têk bide, divê piştevaniya proseya siyasî ya li Sûriyê bike.
C.B