Kalin: Nabe ji ber kuştina Bexdadî paye ji bo HSD were dayîn

Serokomariya Tirkiyê radigihîne: Nabe ji ber kuştina Bexdadî paye ji bo HSDyê were dayîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomariya Tirkiyê radigihîne: Nabe ji ber kuştina Bexdadî paye ji bo HSDyê were dayîn.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin dibêje: operasyona li dij Ebûbekir Bexdadî di şerê dijî terorê de destkeftiyek girîng e, lê nabe Hêzên Suriye ya Demokratîk ji vê operasyonê paye werbigre.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm got: “Em dibînin hinek kes ji ber operasyona kuştina Bexdadî hewl didin payek bidin YPGyê. Wekî tê behskirin ,YPG agahiyên hawalgirî da ye û bûye alîkarê operasyonê. Armanca vê hewldanê rewakirina YPGyê ye. Divê herkes hişyar be. Ji bo me DAÎŞ çi ben YPG jî heman tişt e. Lewma em qebûl nakinn ji ber vê operasyonê YPG paye werbigre”.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment