Kongress a Amerika biryarê liser qirkirina Ermeniyan dide
Civata Nûnerên Amerîkayê projeyasaya qirkirina Ermeniyan a ji aliyê Tirkan ve pesend kir û îro danê êvarê jî, Kongireya Amerîkayê liser qirkirina Ermeniyan kom dibe

K24 – Navenda Nûçeyan
Civata Nûnerên Amerîkayê projeyasaya qirkirina Ermeniyan a ji aliyê Tirkan ve pesend kir û îro danê êvarê jî, Kongireya Amerîkayê liser qirkirina Ermeniyan kom dibe.
Di 11ê Nîsanê de Nûnerê Demokratan Adam Schiff projeyasayek amade kiribû û li gor projeyasayê, Nûnerên Civata Amerîkayê naskirin û bîranîna qirkirina ermeniyan wekî siyaseta fermî ya Amerîkayê dibîn e. Projeyasaya qirkirina ermeniyan ji aliyê Civata Nûnerên Amerîkayê ve hate pesendkirin û liser vê biryarê Kongreya Amerîkayê jî, îro danê êvarê kom dibe.
Di sala 1915an de desthilatdariya Tirkiyeyê nêzikê du milyon Ermenî qir kiribûn.
C.B