Hêzên Rûsî – Tirkî gereke hevbeş li Dirbêsiyê dikin
Hêzên Rûsî û Tirkî 6emîn gera çavdêriyê ya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Rûsî û Tirkî 6emîn gera çavdêriyê ya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê dikin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, hejmarek ji zirîpoşên Tirkiyê di xaleke sînorî derbasî gundewarê Dirbêsiyê bûn û niha bi Polîsên Serbazî yên Rûsî re li rojavayê Dirbêsiyê gereke çavdêriyê dikin.
Gerên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li Rojavayê Kurdistanê di çarçova rêkeftina Putin – Erdogan de tê, lê ev çend car in gerên hevbeş ên Rûsî – Tirkî rastî nerazîbûna welatiyan tê.
Roja 12ê vê mehê gereke hevbeş a Rûsî – Tirkî li Kobanê birêve çûbû û welatiyên nerazî rêgirî li wê kiribû, lê di encama teqekirina hêzên Tirkî de welatiyekî sivîl şehîd û 6 kes birîndar bûn.
S. B