Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê 5 şaredaran ji kar dûr dixe
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê bi hinceta lêpirsînên dadwerî, pênc serokên şaredariyan û berpirsên rêveberiyên xwecihî yên opozîsyonê ji peywirên wan dûr xistin. Di nava kesên hatine dûrxistin de Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û çend rayedarên şaredariyên Stenbolê jî hene.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, ev biryar li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û xala 47an a Qanûna Şaredariyan, wekî "tevdîreke îdarî ya xweparastinê" hatiye girtin.
Wezaretê diyar kir ku ji ber hebûna dosye û lêpirsînên dadwerî yên vekirî yên li dijî van berpirsan, biryar hatiye dayîn ku heta dadgeh biryara dawî dide, ew bi awayekî demkî ji kar bên dûrxistin.
Navên kesên ku ji peywirê hatine dûrxistin ev in:
- Vahap Seçer: Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB)
- Mithat Bulent Ozmen: Şaredarê Eyupsultanê yê Stenbolê
- Murat Guneş: Cîgirê Şaredarê Ataşehirê yê Stenbolê
- Abdullah Ozyigit: Şaredarê Yenişehirê yê Mêrsînê
- Ahmet Serkan Tuncer: Şaredarê Mezitliyê yê Mêrsînê
Ev gava nû ya Enqereyê di demekê de tê avêtin ku dûrxistina şaredarên hilbijartî yên ser bi opozîsyonê ve, di qada siyasî ya Tirkiyeyê de bûye sedema karvedan û bertekên tund. Çavdêrên siyasî vê pêngavê wekî berdewamiya guşar û zextên desthilatê li dijî partiyên rikber û desthilatên xwecihî dinirxînin.