Amerika: Me alternatifên Tirkiye, bo perçeyên F35an peyda kiriye

Birêvebirê bernameya firokeyên şerî F35 General Eric Fick diyarkir, ku ji bo berhameanîna perçeyên F35 ên li Tirkiye, alternatifên din ên berhemêner peyda kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Birêvebirê bernameya firokeyên şerî F35 General Eric Fick diyarkir, ku ji  bo berhameanîna perçeyên F35 ên li Tirkiye, alternatifên din ên berhemêner peyda kirin e.

Duhî di dema hevdîtina Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan ligel Serokê Amerikayê Donald Trump de, li Senat a Amerika liser alternatifên berhemanîna perçeyên F35 li Tirkiye dihate axaftin.

Liser mijarê Birêvebirê bernameya firokeyên şerî F35 General Eric bersiva senatoran da û anî ziman, ku“ Ji bo berhameanîna perçeyên F35 ên li Tirkiye, alternatifên din ên berhemêner peyda kirin e. Ev salak e, em liser peydakirina alternatifan rawestiyan û em gihiştin encamê”.

Fick got, ku Tirkiye bi awayek fermî di meha Adar a sala 2020an de ji bernameya F35 tê derxistin û heta wê demê jî, dê xebatên wan ên paydakirina alternatifan ji bo berhemanîna hemû perçeyên, ku li Tirkiye tên berhemanîn, dê berdewam bikin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment