Tirkiye 8 DAIŞî vegerandin Brîtanya û Almanyayê

Tirkiye îro 8 çekdarên DAÎŞê vedigerîne Brtîtanya û Almanyayê...

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye îro 8 çekdarên DAÎŞê vedigerîne Brtîtanya û Almanyayê.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ragihand: Vegerandina çekdarên DAÎŞê ji bo welatê wan  berdewam e û îro dê 8 DAÎŞî werin vegerandin. DAÎŞiyek welatiyê Brîtanyayê ye û heftên din jî welatiyên Almanyayê ne.

Hikûmeta Tirkiyê roja duşemiyê sê çekdarên DAÎŞê vegerandibû Almanya, Amerîka û Danîmarkayê. Herwiha çekdarekî DAÎŞê li ser sînorê Yunanîstanê hatibû dersînorkirin, lê Yuanîstanê deriyên xwe ji wî re venekiribû. Hat zanîn ew çekdar jî, dê ji bo Amerîkayê were vegerandin.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment