Mark Esper: Vekişana hêzên Amerîka ji Kobanîyê hefteyek din dê vekêşe
Wezîrê Berevaniya Amerîka ragihand, vekişana artêşa Amerîka ji bajarê Kobanîyê li nêzîk Tirkiyê, hefteyek din dirêj dike.
K24- Hewlêr
Wezîrê Berevaniya Amerîka ragihand, vekişana artêşa Amerîka ji bajarê Kobanîyê li nêzîk Tirkiyê, hefteyek din dirêj dike.
Wezîrê Berevaniya Amerîka, Mark Esper bi rojnamevanan re ragihand, Amerîka 600 serbazan li Sûriyayê dihêle û bi temamî jê navekişe.
Herwiha got: Em hêj hevpeymanîn li gel Hêzên Sûriya ya Demokratîk (HSD) û berdewam dibin li pêşkêşkirina hevkariyan bo wê hêzê.
Aşkere kir jî, ku HSD hevkar û hevpeymaneke baş e bo rêgirtinê ji serhildana DAIŞê li Sûriya.