Rûsiyayê hejmareke helîkopteran şandin firokxaneya Qamişloyê
Bo encamdana gerên çavdêrîya asmanîyên hevbeş ligel Tirkiyê û piştevanîkirina gerên çavdêrîyên bejahîyê, Rûsyayê hejmareke helîkopteran şandin firokxaneya Qamişloyê.
K24- Hewlêr
Bo encamdana gerên çavdêrîya asmanîyên hevbeş ligel Tirkiyê û piştevanîkirina gerên çavdêrîyên bejahîyê, Rûsyayê hejmareke helîkopteran şandin firokxaneya Qamişloyê.
Li gor Ajansa Novostî ya Rûsiyayê, îro tîmeke asmanî ya Rûsiyayê, ku ji çend firokeyan pêk dihat, bo bajarê Qamişlo hatine veguhestin, daku li gel Tirkiye, gerên çavdêriyên asmanî encam bide û piştevaniya gerên wan ên çavdêriyên hevbeş ên bejahî bike.
Wê ajansê xuya jî kiriye, ew helîkopterên li firokexaneya Qamişlo, çavdêriya esmanî dê bike liser sînorê Tirkiyê û Iraqê li parêzgeha Hesekê.
Tekez jî kir, ku ew koma a helîkopteran, bi awayeke berdewam, li firokxaneya Qamişlo dê bimîn e.