Çar şaredarên jin ên HDPyê hatin desteserkirin

Çar şaredarên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê hatin desteserkirin.

K24- Hewlêr

Çar şaredarên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê hatin desteserkirin.

Givaş û operasyonên dijî HDPyê berdewam e. Îro li Mêrdînê dijî sê şaredarên jin ên HDPyê operasyoneke berfireh bi rê ve çû, ku her yek ji Şaredara bajarokê Stewrê Gulîstan Oncû, Şaredara bajarokê Dêrikê Mûlkiye Esmez û Şardara bajarokê Şemrexê Nalan Ozaydın hatin desteserkirin. Hat ragihandin şaredarên HDPyî di çarçoveya lêpirsînên PKKyê de hatine desteserkirin. Her sê şaredariyên bajarokê, girêdayî bajarê Mêrdînê ne.

Herwiha hat zanîn Şaradara Pirsûsê ya girêdayî bajarê Rihayê Hatîce Çevîk jî di çarçoveya lêpirsîneke dijî PKKyê de hatiye desteserkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, pêr jî, çar şaredarên HDPyê ji kar dûrxistbûn û hejmara şaredariyên HDPyê ko qeyyûm hatine ser gihiştibû 20an.