7emîn gera hevbeş ên hêzên Rûsî û Tirkî bidawî bû
Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriya ya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê kirin û hêza Tirkî vegeriya nava xaka xwe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriya ya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê kirin û hêza Tirkî vegeriya nava xaka xwe.
Peyamnêrê K24 li bajarê Qamişlo got, îro Polîsên Serbazî yên Rûsyayê û hêzeke artêşa Tirkiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundewarê Girkê Legê kir û ji gundê Dêrina Axê destpê kir û gundê Delavê bidawî hat.
Peyamnêrê me diyar kir, ew ger ji 2 zirîpoşên Rûsî û 4 zirîpoşên Tirkî pêk hatibû û ji bo cara yekem 2 helîkopterên Rûsî jî ji esman ve çavdêriya wê gera hevbeş dikirin.
Berî niha jî Polîsên Serbazî yên Rûsî û hêzên Tirkî 6 gerên hevbeş li Rojavayê Kurdistanê kiribûn.
S. B