Li Îran û Rojhelata Kurdistanê 30 xwenîşander hatin kuştin
Li gor zanîyarîyan hejmara kuştêyên xwenîşandanên Îran û Rojhelata Kurdistanê gehaya 30 kesan.
K24- Hewlêr
Li gor zanîyarîyan hejmara kuştêyên xwenîşandanên Îran û Rojhelata Kurdistanê gehaya 30 kesan.
Li gor zanyarîyên dawîyê derbarê xwenîşandanên Îran û Rojhelata Kurdistanê, heya niha nêzîkî 30 kes bi gulle yên hêzên ewlekarîyên Îranê hatîne kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Malpera Hengaw bo pirsa mafên mirovan li Rojhelata Kurdistanê aşkera kirîye, ku heya niha 17 xwenîşander li Rojehelata Kurdistanê bi gulleyên hêzên ewlekarîyên Îranê canê xwe ji dest dane û nêzîkî 10 kes jî birîndar bûne.
Herweha ragehandîye, ku li gor zanyarîyan 10 kes li bajarê Ciwanro, 6 kes li bajarê Merîwan û yek xwnîşander jî li bajarê Sine hatîne kuştin.
Evero jî, li piranîya bajarên Îran û Rojhelata Kurdistanê xwenîşandan berdewam in.
Dû rojin, li dijî giranbûna behayê Benzînê, li piranîya bajarên Îranê xwenîşandan destpêkirîne, Êvarîya roja Pêncşembî ya burî, kompanîya ya nîştîmanîya Îranê ragehand, behayê benzînê 3 car zêdetr ji berê dihêt giran kirin, ev jî bû sedema wê yekê ku xwenîşandanan bi dûv xwe re bihîne.