HSD red dike rêkeftin li ser Til Temirê de çê bûbe

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike ti rêkeftin bi Rûsya û Hikûmeta Sûriyê re bo radestkirina bajarokê Til Temirê kiribin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike ti rêkeftin bi Rûsya û Hikûmeta Sûriyê re bo radestkirina bajarokê Til Temirê kiribin.

Peyvdarê Fermî yê HSDê Kîno Gabriyêl di daxuyaniyekê de ragihand, hin dezgehên ragihandinê belav kirine ku rêkeftin di navbera Rûsya, Tirkiye û HSDê de derbarê bajarokê Til Temirê û riya navdewletî M4 de hatiye kirin, ji bo rawestandina şer li wê navçeyê û radestkirina riya M24 bo hêzên Rûsî û Hikûmeta Sûriyê.

Peyvdarê HSDê van nûçeyan red dike û tekez dike, artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve bi berdewamî êrîşî li ser gundên Til Temirê dikin û ti carî ew pabendî rêkeftina agirbestê nebûne.

Hatibû ragihandin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê bajarokê Tel Temir radestî hêzên Rûsiya bike.

 

S. B