Komên çekdarên ser bi Tirkiyê ve 25 xurt ji gundên Serê Kanîyê revandin

Komên çekdarên ser bi Tirkiyê ve 25 xurt ji gundewarê Serê Kanîyê revandin.

K24- Hewlêr

Komên çekdarên ser bi Tirkiyê ve 25 xurt ji gundewarê Serê Kanîyê revandin.

Ajansa SANA ya fermiya hikumeta Sûriyê raghand, girûpên çekdar ser bi artêşa Tirkiyê ve 25 xurt ji gundên Tel Etaş , Kacu ,Şirke ,Tel Cima , herweha gundê Mirendîye ,Şelah û çend gundên din li gundewarê Serê Kanîyê revandin û ber cheke nedîyar birin e û heya niha carenivîsa wan nedîyare.

Ajansa SANA belavkirîye jî, grûpên çekdar dû xurtên birayên hev revandin e ji gundê Ûm Hermile ser bi bajarokê Zirganê ve. Li  beranber azadkirina wan daxwaza 15 milyon Lîreyên Sûrî ji malbata wan  kirîne.

Di roja 15yê evê mehê de jî, girûpên çekdar ser bi Tirkiyê ve, 16 welatîyên sivîl ku di nav wan de jin û zaro jî hebûn ji gundê Erîşe li gundewarê Tel Temirê revandibûn.