Gereke din a çavdêrîya Rûsiya û Tirkiya li Kobanîyê birêve çû.
Gereke din a çavdêrîya Rûsiya û Tirkiya li Kobanîyê birêve çû.
K24- Hewlêr
Gereke din a çavdêrîya Rûsiya û Tirkiya li Kobanîyê birêve çû.
Nûçegehanên Kurdistan24 li Kobanîyê ragehand, evrom gereke din a çavdêrîya Rûsiya û Tirkiya birêveçû ku ji gundê Mersmêle ji Rojhelata bajarê Kobanîyê destpêkir û dûv re bi herdû alîyan re berê xwe dane gundê Taşlok li başûra rojhelata Bajar û careke din ew otombêl vegerîyan xala ku ji destpêkiribûn.
Nûçegehanê Kurdistan 24 got jî: Xelkên wê deverê careke din li dijî vê gerê nerazîbûna xwe nîşandan û beraberan kirin û otombêlên Tirkiya berê xwe dane nav sivîlan û di encam de lingê jinekê birîndar bû û pê wê şikest.
Ev sêyeyemîn gere, ku polîsên serbazîyên Rûsiya û artêşa Tirkiya li bajarê Kobanê dihên encamdan.