Girûpên çekdarên ser bi Tirkiya ve sayloyên Şerkirak kontirolkirin.

Girûpên çekdarên ser bi Tirkiya ve sayloyên gundê Şerkirak li gundewarê Eyîn Îsa kontirolkirin.

K24- Hewlêr

Girûpên çekdarên ser bi Tirkiya ve sayloyên gundê Şerkirak li gundewarê Eyîn Îsa kontirolkirin.

Riwangeha Sûriya bo Mafên Mirov ragehand, piştî vekişana Hêzên Sûriya Demokrat ji Saylo ya Gundê Şirkirak û hevdem li gel civîna di navebera Rûsiya û Tirkiyayê de ku duhî li gundewarê Kobanîyê hate encamdan, girûpên ser bi Tirkiyayê ve ew yek bi delîve dîtin û çek û alavên xwe yên serbazî li wê deverê bicihkirin û destên xwe danan ser sayloyên gundê Şirkirak li gundewarê Eyîn Îsa.

Li gor Riwangehê, li wê deverê şereke giran di navbera wan girûpên çekdar û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)durist bûye û di encam de hejmareke çekdarên ser bi Tirkiyayê ve hatîne kuştin.

Riwangehê tekez jî kir, ku li çend rojên burî şereke dijwar rû dide di navbera HSD û çekdarên ser bi Tirikyayê ve li bakûra bajarokê Eyîn Îsa ewa dikeve bakûra Reqayê. Riwangehê xuya jî kir ku wan girûpan dixwaztin rê ya di navbera Heseke û Helebê bibirin û dest bixin ser gundê Şikrak û Sayloya wê.