Oluç: HDP di Parlementoya Tirkiye de dimîn e
Cigirê Serokê HDPê yê Grupa Parlamenterî Saruhan Oluç daxûyaniyek da û got: Di hemû platformên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de, ew dê tekoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam bikin

K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratika Gelan HDP bi daxûyaniyekê got: Ew dê tekoşîna xwe, di Parlamena Tirkiyê de, berdewam bikin.
Cigirê Serokê HDPê yê Grupa Parlamenterî Saruhan Oluç daxûyaniyek da û got: Di hemû platformên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de, ew dê tekoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam bikin.
Saruhan Oluç da zanîn: Qeyyum bernameyek e, ku dixwazin HDPê ji civakê qut bikin û dengên Kurdan ji HDPê bistîn in.
Hikûmeta Tirkiyê, bi danîna van qeyyuman dibêje Kurdan: Hûn nûnerên xwe hilbijerên jî, em dîsa dê Qeyyuman ji bo we danîn. Bi vî şewazî, dujminahiya Kurdan ragihandin e.
Cigirê Serokê HDPê ya da zanîn: Hikûmeta Tirkiyê ku dujminahiya Kurdan ji bo xwe kiriye bername, 36 Serokên Bajarvaniyên wan hatine desteser kirin û ji wan 24 şaredar jî, hatine zindanî kirin.
Di raya giştî de, rexne li HDP tê girtin, ku di Parlementoyê de dimîn e û ev yek derfetê ji dewletê re vedike, ku siyaseta xwe bisepîne…
C.B